Li Rojhilata Navîn şerê hêz û bandorê yê hegemonan

Çarçoveya Berxwedanê ji bo parastina bandora herêmî ya Îranê, 'Hîlala Şîa' û berjewendiyên xwe şer dike. DYE û Îsraîl jî hem ji bo hevsengiya abborî û leşkerî li gelek eniyan pêk bîne hem jî bandor û baskên Îranê bişikîne êriş dikin.

ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN

Hîzbûllah, Hûsî, Heşdî Şabî, Rêxistina Bedir, Kataîb Hîzbûllah... Di şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)/Îsraîl û Îranê de ev komên çekdar ku em navê wan timî dibihîzin, hem ji bo parastina Îranê, hem jî ji bo parastina berjewendiyên wê yên aborî û siyasî, ji bo belavkirina bandora wê li welatên cuda şer dikin.

Rejîma Îranê bi dehan salan bi sîstemên xwe yên parastina hewayî, fuze û bernameya nukleerê li Rojhilata Navîn stratejiya "kûrahiya herêmî" meşand. Razemeniyên ku li Lubnan, Iraq, Sûriye û Yemenê li ser komên Şîa yên çekdar kir, bi giranî parçeyek ji vê stratejiyê bû ku weke şerê "herêma gewr" tê pênasekirin. Ev rewş ne şerekî tam ê konvansiyonel ne jî rewşeke "aştiyê" bû; bi giranî zexta li ser "welatên dijmin", gefxwarin û êrişên ku berpirsyarî li xwe nedigirt bû, ku nedibû sedema şerekî berfireh.

Îranê bi van koman re li Rojhilata Navîn toreke leşkerî-siyasî ava kir ku navê "Çarçoveya Berxwedanê" lê kir û ji bo diyarkirina hevsengiyên herêmê û bûyîna hêza serwer a li Rojhilata Navîn bi kar anî. Stratejiya berfirehbûna herêmî ya Îranê di destpêka salên 1980'î de kete meriyetê. Di vê çarçoveyê de ji bo li hemberî DYE û Îsraîlê bibe hêz li Lubnanê piştgirî da avabûna Hîzbûllahê. Çarçoveya Berxwedanê Hîzbûllah a Lubnanê, Hûsî (Ensarûllah) ên li Yemenê, Heşdî Şabî û komên ser bi wê ve yên li Iraqê û Hamas û Cîhad a Îslamî yên li Fîlîstînê di nava xwe de dihewîne.

Dagirkirina Iraq a sala 2003'an ji aliyê DYE'yê ve, "Bihara Ereb" a sala 2011'an destpê kir û kaosa ku sala 2014'an bi DAÎŞ'ê re rû da, firsend da Îranê ku hebûna xwe ya li herêmê xurtir bike. Îranê Muxafizên Şoreşê bi şerê navxweyî re li Sûriyeyê bi cih kir; li Iraq û Lubnanê bi rêya komên Şîa xeteke welê ava kir ku xwe gihand heta sînorên Îsraîlê. Hîzbûllah a Lubnanê bû hêmana esasî ya Çarçoveya Berxwedanê.

Yemen jî di nava vê pêvajoyê de ber bi şerê navxweyî ve hate dehfdan; Hûsiyan di serî de paytext Sana gelek bajarên girîng kontrol kirin. Bi vî rengî Çarçoveya Berxwedanê li dijî bandora cîhana Rojava û Îsraîlê veguherî sebola "Tifaqa Herêmî". Çarçoveya Berxwedanê ku stratejiya li ser bingeha parastin û berfirehbûnê meşand, di heman demê de yekîtiya îdeolojîk a Şîa bi kapasîteya leşkerî re kir yek û li Rojhilata Navîn dixwaze bibe hêzeke bi bandor. Her wiya parastina xaka Îranê bêyî ketina nava şerê yekser, yek ji stratejiyên wê ye.

Di şer de ku 28'ê Sibatê destpê kir, Îranê li şûna şerkirina li nava sînorên xwe bi rêya "hêzên wekîl" DYE û Îsraîl li eniyên welatên cud mijûl kir ku ev yek weke bicihanîna stratejiya navborî li qadê dikare bê dîtin.

Şerê navbera DYE-Îraîl û Îranê ji roja destpêkê ve veguherî şerekî herêmî. DYE û Îsraîlê êriş birin ser navendên nuklerê, binesaziya fuzeyê, hedefên leşkerî, binesaziya elekrîkê û lîderên payebilind ên Îranê. Tehranê jî weke bersivdanê bombedeyan li Îsraîlê, baregehên DYE'yê yên li Rojhilata Navîn û hevalbendên wê yên li Kendavê dibarîne. Şer di demeke kurt de pengizî Lubnan, Iraq û Yemenê; komên ser bi Çarçoveya Berxwedanê jî veguherîn parçeyek ji şer.

Komên çekdar ên ji bo Îranê şer dikin û armancên wan bi vî rengî ne:

HÎZBÛLLAH A LUBNANÊ

Hîzbûllah ji ber kapasîteya xwe ya leşkerî û hunera xwe ya hilberandina fuzeyan, her wiha rewşa xwe ya cografî ku li ser sînorê bakur ê Îsraîlê ye, di heman demê de ji ber rola xwe ya siyasî-civakî ya bi salan li Lubnanê dilîze, bû yek ji qertên herî girîng ên herêmî yên Tehranê. Piştî ku lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney di şerê 28'ê Sibatê de hate kuştin, Hîzbûllahê ragihand ku yekser tevlî şer bûye. Ev rêxistiniya bi piştgiriya Îranê ku wateya navê wê bi Erebî 'Partiya Xwedê' ye, navenda xwe li Lubnanê ye. Ji rêxistineke leşkerî wêdetir Hîzbûllah avaniyeke welê ye ku bandoreke kûr li civakê û siyaseta Lubnanê kiriye.

Hîzbûllah li gel ku koka xwe îdeolojîk digihêje "Hişyarbûna Îslamî ya Şîa" ya li Lubnanê ya salên 1960 û 1970'î jî di destpêka salên 1980'î de derkete holê. Di dema şerê Îsraîl-Lubnanê de bi piştgiriya leşkerî û malî ya Îranê bi armanca "parastin'a civaka Şîa ya li başûrê Lubnanê weke hêzekê ava bû. Piştî ku Îsraîlê di sala 2000'î de xwe ji Lubnanê vekişand, Hîzbûllahê li hemberî zextên ji bo çekdanînê baskê xwe yê leşkerî Berxwedana Îslamî bi dewamî xurt kir. Her wiha bi rêya Bloka Dilsoziya Berxwedanê ya li meclîsê jî gav bi gav giraniya xwe danî ser siyaseta Lubnanê. Li nava desteya wezîran bû xwedî hêza vetoyê. Di sala 1992'an de jî yekemcar beşdarî hilbijartinên neteweyî bû.

Hîzbûllah ku bi salan hate gotin, li hemberî Îsraîl û hedefên DYE'yê êrişên bombeyî kiriye, ji aliyê dewletên Rojavayî, Îsraîl, welatên Kendavê û Yekîtiya Ewropayê ve weke "rêxistina terorê" tê pênasekirin. Di sala 1992'an de Hasan Nasrallah bû lîderê rêxistinê û heta ku di 27'ê Îlona 2024'an de ji aliyê Îsraîlê ve bê kuştin li ser vê wezîfeyê ma.

Hîzbûllah li şûna zêdekirina kapasîteya leşkerî ya yekser a Îranê, dixwaze ji aliyê bakur ve zextê li ser Îsraîlê bike, bi vî rengî şer dirêj bike û Tel Avîvê neçar bihêle ku li du eniyan şer bike.

HÛSÎ

Hûsî avaniyeke leşkerî û siyasî ya li Yemenê ye ku ji mezheba Zeydî ya Şîa ye. Zeydî ku yek ji sê parên nifûsa Yemenê ye, ji dema ku Osmaniyan Yemen dagir kir û vir ve li welêt çalak e. Ji salên 1500'î ku Dewleta Osmanî herêm dagir kir û heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Zeydiyên li herêma Saada ya li bakur timî serî hildan. Osmaniyan destpêkê sala 1911'an li herêma Saadayê bi lîderê Zeydî re peymanek mohr kir û ev herêm weke herêmeke xweser qebûl kir; ev yek heft sal beriya vekişîna bi temamî ya Osmaniyan a sala 1918'an pêk hatibû.

Bedrettîn el Hûsî ku sala 1926'an li Saadayê ji dayik bû û ji malbateke herî xurt a Zeydiyên li herêmê bû, wê bibûya lîderê rûhanî yê 'Cemaeta Hûsiyan' a piştre ava bibe. Koma Hûsî xwedî helwesteke li dijî Îsraîl û DYE'yê bû. Welatên Kendavê timî rexne dikir, ji ber têkiliya wan a nêz a bi DYE'yê re. Koma ku ji Şoreşa Îslamê ya Îranê ya sala 1979'an bi bandor bû, gotinên Rûhûllah Xumeynî pejirand û xwe nêzî Îranê kir.

Di vê demê de du dewletên cuda yên kuk ji salên 1960'î û pê ve li başûr û bakurê Yemenê hebûn, di sala 1990'î de di bin rêveberiyekê de gihîştin hev. Lê belê artêşên wê nebûn yek. Di sala 1994'an de li welêt şerê navxweyî destpê kir. Di dema vî şerê navxweyî de Hûsî û komên din ên Zeydî bi hev ketin. Li ser vê yekê Bedrettîn el Hûsî li gel kurê xwe Huseyîn el Hûsî reviyan Îranê.

Ji sala 1994'an û vir ve Hûsî piştgiriya yekser ji Muxafizên Şoreşê werdigirin. Fermandarên Muxafizên Şoreşê perwerdeya yekser dan rêxistina çekdar a bi navê "Ensarûllah" ku ji aliyê Hûsiyan ve hate avakirin û ev kom çek, alavên xwe yên leşkerî û fînansmana xwe bi giranî ji Îranê werdigire. Di vê demê de di serî de Saada li herêmên ku Zeydiyên nêzî Hûsiyan lê dimînin, Îranê bi dehan navendên "perwerdeyê" ava kir û şagirtên li van deveran bi îdeolojiya Xumeynî  û Caferîtî perwerde kir.

Piştgiriya çekdarî û perwerdeyî ya Îran dide Hûsiyan, yekemcar di sala 2004'an de bandora xwe bi şênberî nîşan da. Hûsiyan bi daxwaza "Destûr bê dayin ku dibistanên Zeydî bi fermî bêne vekirin, dawî li newekheviya li herêmê bê anîn û avaniyeke hîn xweser" li herêmên çiyayî yên li ser sînorê Erebistana Siûdî li dijî hikumeta Yemenê dest bi serhildana çekdarî kirin.

Di sala 2004'an de piştî ku Huseyîn el Hûsî hate kuştin, birayê wî Abdulmelîk el Hûsî bû serkêşê rêxistina Ensarûllah. Ev şerê ku dem bi dem giran bû û bi piştgiriya Erebistana Siûdî ya ji hikumeta Yemenê re hate tepisandin, heta sala 2010'an dewam kir.

Di vê demê de serhildanên ku li Tûnisê destpê kirin û naê "Bihara Ereb" lê hate kirin, pengizî Yemenê. Rêveberiya Alî Abdullah Salîh ku ji sala 1990'î û pê ve dema welat bû yek li ser rêveberiyê bû, hilweşiya. Li şûna wî Mansûr Hadî bû desthilatdar ku Riyad li pişta wî bû. Hûsiyan sûd ji valahiya hêzê û tevlîheviyê wergirtin û piştre di serî de Saada li hin deveran serweriya xwe yekser îlan kirin.

Di vê pêvajoyê de Îranê agahiyên li ser piştgiriya ji bo Hûsiyan derewand, lê belê Hûsî gav bi gav xurt bûn û dawiya dawî di 21'ê Îlona 2014'an de paytext Sana bi dest xistin. Heyetek ji Hûsiyan ku li avahiyên hikumetê yên li paytextê bi cih bû, di vê demê de çû Îranê. Di navbera heyeta Hûsî û Îranê de peymana hewakariya sivîl ya ji bo zêdekirina seferan, berfirehkirina Bendergeha Hûdeyda, pêşvebirina binesaziya avê û enerjiyê ya li welêt, perwerdekirina kadroyên Yemenê yên li qadên pîşesazî û bazirganiyê li Îranê, hin peyman hatin îmzekirin.

Serokkomarê Mansûr Hadî ku ji destpêka sala 2015'an û pê ve li malê ragirtî ye û hikumeta wî ragihandin ku ew nikarin welêt ji paytextê bi rê ve bibin ku di bin kontrola Hûsiyan de ye û îstifa kirin. Hûsiyan di Sibata 2015'an de meclîs fesix kirin. Hadî di 21'ê Sibatê de diyar kir ku reviya ye bajarê Adenê yê li başûr û wê welêt ji wê derê bi rê ve bibe. Her wiha ragihand ku gava Hûsiyan wê weke "darbe"yê bê pênasekirin û Aden paytexta demkî ye. Hin welatan jî sefaretxaneyên xwe yên bilind birin Adenê.

Di Adara 2015'an de piştî ku koma bi piştgiriya Îranê ku hevrikê herî mezin ê li herêmê ye xurt bû û li ser sînor bû xwedî serweriyê, Erebistana Siûdî li hemberî Yemenê dest bi operasyonê kir. Di dema vê operasyonê de ji bo demeke kurt jî be Hûsiyên Aden kontrol kiribûn ji vir hatin derxistin. Lê belê rêxistin ji Saadayê heta bi bakurrojavayê welêt û Bendergeha Hûdeydayê peravên li rojava hîn jî kontrol dike. Ji vê jî wêdetir li hemberî Erebistana Siûdî û Îsraîlê dem bi dem êrişên bi fuzeyan dike. Di şerê navxweyî de ku ji sala 2015'an û vir ve dewam dike, bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî ji bo agirbestê gelek caran li dora maseyê hate rûniştandin lê belê lihevkirineke mayinde pêk nehat.

ÊRIŞÊN LI DERYA SOR

Hûsiyan piştî ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê destpê kir, li Derya Sor ji Mijdara 2023'an û vir ve êrişê dibin ser keştiyan û dibêje, bi armanca piştgiriya bi Hamasê re êrişê dibin ser keştiyê ku alîkariyê dibin ji Îsraîlê re.

Koalîsyona bi serkêşiya DYE'yê dem bi dem êrişên hewayî dibe ser hedefên Hûsî yên li Yemenê. Lê belê gelek şîrketên ku naxwazin bi rîska êrişa Hûsiyan re rû bi rû bimînin, li şûna ku ji Derya Sor keştiyên xwe derbas bike, li dora Efrîkayê digerin.

Piştî girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve, pispor bi fikar in ku eger Hûsî jî Derya Sor û Kendava Adenê li trafîka keştiyan bigire, wê ev yek bandoreke hîn nebaş li aboriya global bike.

MILÎSÊN ŞÎA YÊN LI IRAQÊ

Li Iraqê rêxistinên çekdar ên ji bo Îranê şer dikin gelekî cuda ne û bi hev re di nava hevrikiyê de ne. Hin ji wan fermî yan jî nîv fermî ne. Heştî Şabî entegre bûye, hinek jî bi rêya koalîsyona siyasî li parlamentê ne. Bi giranî Kataîb Hîzbûllah (Tûgayên Hîzbûllah) ên ser bi Heşdî Şabî û Rêxistina Bedir beşdarî vî şerî dibin. Ev rêxistin li gel baregehên leşkerî yên DYE'yê û saziyên dîplomatîk her wiha êrişê dibin ser partiyên Kurdan.

Kataîb Hîzbûllah di sala 2003'an de piştî ku DYE kete nava Iraqê ava bû. Kataîb Hîzbûllah ku weke "Tûgayên Partiya Xwedê" yan jî "Tûgayên Hîzbûllahê yên Iraqê" jî tê naskirin, bi taybetî piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hamasê bi êrişên li ser hêzên DYE'yê yên li herêmê derkete pêş. DYE'yê di sala 2009'an de Kataîb Hîzbûllah xist lîsteya "rêxistinên terorê". Heta sala 2020'î rêxistin ji aliyê Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Kasim Silêmanî û welatiyê Îranê Ebû Mehdî el Muhandîs ve hate birêvebirin. Rêxistin ku leşkerên DYE'yê yên li Iraqê weke "dagirkerên biyanî" dibîne, ji bo derxistina van leşkeran ji welêt bang dike.

Li Sûriyeyê piştî ku şerê navxweyî di sala 2011'an de destpê kir li hemberî komên sûnî şer kir û hîn jî li Sûriyeyê çalak e. Kataîb Hîzbûllah ku li nava Heşdî Şabî gelek tabûrên xwe hene, hin endamên xwe di wezîfeyên asta bilind de ne. Karên rêxistinê bi giranî li Bexda û Enbarê tê meşandin û tê gotin ku nêzî 10 hezar hêza xwe ya mîlîs heye.

Rêxistina Bedir a bi lîderiya Hadî el Amîrî jî di sala 1983'an de li Iraqê ava bû. Rêxistina ku tê gotin herî kêm 20 hezar hêza xwe ya mîlîs heye, ji aliyê Muxafizên Şoreşê ve hate perwerdekirin. Hadî el Amîrî di salên 1970'î de li dijî Saddam Huseyîn serî rakir û reviya Îranê. Di şerê Îran û Iraqê de li nava refên Îranê şer kir û pêşengî ji serhildana milîsên li Iraqê re kir. Di sala 1990'î de bû lîderê rêxistinê û navê rêxistinê ku berê Tûgayên Bedir bû kir Rêxistina Bedir. Di sala 2013'an de beşdarî nava şerê Sûriyeyê bû û di sala 2015'an de dilsoziya xwe ya tam a bi Xamaney re ragihand.

Rêxistina Bedir ku niha bi rengekî fermî bi Heşdî Şabî ve ye, weke Hîzbûllahê avaniyeke hem çekdar hem jî siyasî ye. Lîderê wê Hadî el Amîrî li Iraqê weke wezîrê ragihandinê jî kar kir.

Ev avaniyên ku bi polîtîkaya li dijî DYE û Îsraîlê tevlî şer bûn, bi parastina Îranê hewl didin hebûna xwe garantî bikin. Aliyê DYE û Îsraîlê van koman weke "Baskên derve yên Îranê" dibîne, lewma hilweşîna rejîmê dikare van koman jî bê bandor bike.

BANDORA KÊM A RÛSYA Û ÇÎNÊ

Ji bilî komên Şîa yên ser bi Îranê ve, Rûsya û Çîn jî li herêmê xwedî bandor e ku piştgiriya dîplomatîk û teknolojîk didin.

Rûsya li gel peymana hevkariya stratejîk a sala 2025'an bi Îranê re mohr kir, pakteke parastinê ya tam ava nekir. Êrişên DYE û îsraîlê weke "nearamîkirinê" pênase kir û şermezar kir. Bi alîkariya dîmenê peykê û teknolojiya droneyê tê gotin ku tevkariyê li Îranê dike ku hedefê diyar bike. Armanca Rûsyayê ew e ku bandora DYE'yê ya li Rojhilata Navîn bişikîne, barê li eniya Ûkraynayê sivik bike û bi Îranê re bazirganiya çekan bike.

Çîn jî li gel pêkanînan hem ji Îranê rojane bi qasî 1,38 milyon warîl petrolê werdigire û bi vî rengî piştgiriyê dide ku aboriya Îranê li ser piyan bimîne, hem jî bi sîstema navîgasyonê ya BeiDou-3 û amûrên fuzeyên krîtîk kapasîteya leşkerî ya Tehranê zêde dike.

Herdu welat li şûna piştgiriya leşkerî ya yekser a ji bo Îranê, bi xwevegirtina ji şer dixwazin maliyetê bixe stuyê Washingtonê.

HEVALBENDÊN DYE Û ÎSRAÎLÊ

Hevalbendên DYE û Îsraîlê yên Rojavayî û hin welatên Kendavê li şûna tevlîbûna yekser a li şer, piştgiriya lojîstîk û parastinê dan. Îngilistanê Baregeha Akrotiri ya li Qibrisê pêşkêşî DYE'yê kir. Fransa, Elmanya, Îtalya û Hollandayê veguhestinên leşkerî li rojhilatê Derya Spî kirin.

Elmanya û Fransa, piştî ku Îranê êrişî personelên wan û baregehên wan kir, tevlî koordînasyona parastinê bûn; hin welatên Ewropayê jî fuzeyên Îranê li nêzî Baregeha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê rawestandin. Lê belê Spanya û hin welatên NATO'yê nehiştin baregehên wan bêne bikaranîn û giranî dan hevsengiya siyasî ya navxweyî.

Erebistana Siûdî, Îmarat, Qatar û Urdun ku yekser bûn hedefa Îranê, bersiva yekser nedan êrişan. Li şûna vê yekê îstîxbarat parve kirin û qada xwe ya hewayî parastin.